Sûrîye 25 Zîndanî Azadkirin Hemberî 13 Rebenan

Hikûmeta Sûrî got, wê 25 Zîndanî azad kirin beramber azad kirina 13 rebenên Orthodox kû li cem komeleka girêdayî al-Qaide girtî bun. Berî daxweyanîya Sûrî raportan gotibu, hikumetê 150 zîndanî azad kirine.

Qeter û Lubnanê, kû navberî jibo azad kirin û veguhastina reben û zîndanîyan dikir ragihandibûn kû hikumetê 150 xanimên zîndan kirî azad kirine.

Rebenên Kirstîyanên Orthodox par li meha 12 ji alîyê Komela Cebhet al_Nusre ya girêdayî al_Qaide ve hatibun revandin.