Dr. Seyda: Şarezabûna Brahîmî Bi Tenê Ne Bes e

Dr. Ebdulbasit Seyda: Erkê Îbrahîmî bi zehmete jiber kû xalên hevbeş dinêvbera nunerên rijêmê û rikaberî yê de nîn in.
Pêşvenêrê Civaka Nêvneteweyî Lexder Îbrahîmî digel karbidestên Amerîka û Rûsîya kom dibe bi mebesta vejandina danûstandinên aştîyê dinêvbera nunerên hikumeta Esed û rikaberîya Sûrî de. Gera diwê ya danûstandinan aloz buye jiber helwîstê nunerên rijêmê û retkirina mistûmirê liser pêkînana hikumeta demê veguhastinê bo cihgirtina hikumeta Esed.

Dr. Ebdulbasit Seyda, endamê desteya sîyasî ya encumena niştimanîya Sûrîya gote Dengê Amerîka, şarezabuna Îbrahîmî bi tenê ne bese jibo vejandina danûstandina, belku alîkarîya nunerên herdû layenan pêtivîye. Wî got jî, erkê Îbrahîmî bi zehmete jiber kû xalên hevbeş dinêvbera herdû layenan de nînin.

Jibo guhdarîkrina hevpeyvîna digel Dr. Ebdulbasit Seyda, failê deng dagire;


Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyivin digel Dr. Ebdulbasit Seyda