Alan Reşik: Îslamî li Sûrîyê Biser Nakevin

Alan Reşik

Ji dema ku serhildana Sûrîyê li Adara 2011ê destpê kiriye, roj bi roj rola hêzên Îslamî li Sûrîyê zêdetir dibe. Gelek çavdêr dibêjin ku nuha Îslamîyên radîkal yên herî bihêz li Sûrîyê.

Di vê derbarê de, birêz Alan Reşik, çalakvanê siyasî û xwendekar ji Dengê Amerîka re dibêje, hêzên Îslamî ji berê de li herêmê bihêz in û şerê li Sûrîyê derîyekî nû ji wan re vekir ku derbasî nav welêt bibin.

Birêz Reşik herwiha dide xuyakirin ku "dema tê warê rêberîyê, Îslamî nizanin çawa welatan birêve bibin, jiber wilo ew nikarin dirêj bikin eger hat û li Sûrîyê bûn desthilatdar."

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Alan Reşik re