Berpirsekî PDK'ê: PYD'ê Sînor Girtine

Gazinda girtina sinorên herêma Kurdistana Îraqê ligel herêmên Kurdan li Sûrîyê ji Partîya Demokrata Kurdistanê ve têkirin. Lê berpirsên PDK'ê wan îdîayan red dikin û dibêjin, sînorên fermî jibo mebestên mirovanî vekirîne, lê ew herêma xwe ji verêja xirab ya berelayîya ser sînoran diparêzin.

Di hevpyvînekê de ligel Dengê Amerîka, kargêrekî Liqê 1 yê Partîya Demokrata Kurdistanê Xalid Ehmed got, Partîya Yekîtîya Demokrat bizavê dike ku bazirganîya mirovan li ser sînoran dirust bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyivin digel Xalid Ahmed