Çareserîya Dîplomasî ya Krîza Sûrî Jîrane Bû

Omer Sheikhmus

Homer Şêxmus: Çareserîya dîplomasî ya kirîza Sûrîyê lîstikeke jîraneya Rûsîya bû jibo qazancê ji demî dikin.
Serokê Amerîka Barak Obama çareserîya dîplomatîk ya krîza Sûrî bi pêşnîyaza Rûsya jibo komkirin û jinavbirina çekên kîmyayî yê Sûrîyê, kir bijara sîyaseta xwe ya yekê.

Sîyasetvanê Kurd Omer Şexmus gote Dengê Amerîka, ev pêşnîyaza Rûsî-Sûrî lîstikek gelek jîrane bû, hem jibo qazanca dem, hem jibo guhertina sîyasetên Amerîka û Rojava li hember guhertina Esed.

Wî got niha sengî liser kontirola çekê kîmyayî ye û eger pêşnîyaza Rûsî sergirt dê pêngavek baş be û rê ji çareserîya dîplomatik re xweş bike, lê serketina wê cihê gumanê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Homer Şêxmus