Em û Sîyaset - Nerehetîyên li Herêmên Kurdan li Sûrîyê

Vê heftîyê bernama Em û Sîyaset ronahî danaye ser rewşa kurdan li Sûrîyê bi taybet piştî gefe û çavsorîyên Cebhet Al-Nisre li Kurdên Êzdî heta gundên xwe vala bikin. Berî çend rojan vê komela çekdara Îslamî biser gundê Esedîye da girt û cot-bira kuştin û gund talan kirin. Gelek ji xelkê wî gundî û yên dorûber malên xwwe vala kirine.

Zêdebarî vêna, jiber şer û netenahîyên li deverên wan dehan hezar Kurdên Sûrîyê xwe li herêma kurdistana Îraqê girtine.

Di bernama Em û Sîyaset da, Dexîlê Şemo mêvandarîya Serhan Îsa, peyvdarê Encumena Êzdîyên Sûrî û Mîr-Al Perwer, birêveberê Senterê Birayetî û Civaka Sivîl û Tosin Bengo, çalakvanekî Kurdê Sûrî li Hewlêrê dike.

Jibo guhdarî kirina Bernama Em û Sîyaset, failê dengî dagire

Your browser doesn’t support HTML5

Em û Sîyaset û Nerehetîya li Herêmên Kurdan li Sûrîyê