El Qayde Berpirsîyarîya Xwe Hemberî Êrîşên Îraqê Ragihand

Zindana Abu Xirêb

Komela teroristî ya El Qayde berpirsîyarîya xwe hemberî êrîşên li dijî zindanên Îraqê ragihand.

Di wan êrîşên roja Duşemê de bi sedan girtî di du zindanên nêzîkî Bexdayê de revîn.

Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê roja Sêşemê ragihand ku çekdarên wan êrîşa zindanên Abu Xirêb û Tacî kirin û bi kêmî ve 500 çekdar azad kirin.

Karbidestên Îraqî dibêjin di wan êrîşan de bi kêmî ve 25 nobedar hatin kuştin.

Tundûtûjî li Îraqê zêde dibe û her ji destpêka meha Tîrmehê vir ve nêzîkî 600 kes hatîne kuştin.