Dr. Salih Mansur: Ne Rast e ku YPG Êrîşî Xwepêşanderan Kiriye

Şervanên YPG'ê li taxa Şêx Maqsud parastina Kurdan dikin

Raportên medyayê radigihînin ku li bajarê Amûde hin bûyer qewimîne û jimareke kes di encamê de hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Nasir Hacî Mansur agahîyên berfireh li ser bûyerên Amûdê dide.

Birêz Mansur dibêje, ne rast e ku hêzên YPG êrîş birine ser xwepêşanderan. "Wesayîteke YPG'ê ku ji Heseçîyê vedigerîya li Amûde rastî êrîşekê çekdaran hat û 1 şervanê YPG'ê hate kuştin, 4'ên din jî birîndar bûn".

Nasir Hacî Mansur bi tundî bersîva Abdulbaqî Yusif dide ku PYD wek hevkara rejîma Sûrî tawanbar dike û dibêje ew hem şerê rejîmê hem jî komên çekdar dikin. "Em li Serêkanîyê, Dirbesîyê, Helebê, Afrînê, Amûdê û her derên din dijî rejîmê şer dikin û bi dehan kes canê xwe jibo welêt feda dikin."

Birêz Mansur herwiha dibêje, destê hêzên derve di van bûyeran de hene û di çend rojlên dawî de senaryokek dijî wan tê meşandin ku Desteya Bilind di Konferensa Cenevre'ye de amade nebe.

Dr. Nasir Hacî Mansur bang li Desteya blind dike ku vekolînekê bike û kî dibe bila bibe, berpirsên bûyerê derxe.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Dr._Hacîmansur