Serokê PYD'ê: DBK dê Beşdarî Konferansa Cenevre Bibe

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim li ser mijarên girîng yên rojeva Kurdên Sûrîyê agahîyan dide.

Birêz Mislim dibêje, ew piştgirî li Konferansa Geneva dikin û dixwazin wek Desteya Bilind başdarî knferansê bibin. "Em qebûl nakin ku kesên wek Abdulbasît Seyda li ser navê Kurdan biaxifin jiber ku ew nûnertîya Kurdan nake".

Mislim dide zanîn ku wî do bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov re hevdîtinek kir û Rûsya berdewam li ser helwesta xwe ya berê ye ku divê Desteya Bilind ser navê Kurdan beşdarî Konferansa Cenevre'yê bibe.

Salih Mislim dubare dîyar dike ku divê Kurd di bin navê Desteya Bilind de cîh li opozîsyonê bigirin û hemî kiryarên xwe yên sîyasî di bin vê desteyê bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Salih_Mislim