Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înê ber bi Doha dihere ku pişikdarî li kombûna wezîrên derve yên koma “Hevalên Sûrîyê” bike ku bi mebesta piştevanîya opozîsyona Sûrî dicive.
Ev kombûna yekê ya gruba Hevalên Sûrîyê ye, piştî ku Washingtonê biryara çekkirina serhildayên Sûrî dabû.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Kawa Azîzî, nûnerê Partîya Azadî li Herêma Kurdistana Îraqê kombûna Doha şîrove dike.
Birêz Azîzî dibêje, ew kombûn girîng e û ew bi hêvî ye ku çareserîyeke sîyasî ji kêşeya berdewam ya Sûrî re were dîtin.
Kawa Azîzî rexne li Kurdan digire ku heta heta niha sîyaseteke zelal û yekgirtî dernexistine pêş û di nav opozsîyona Sûrî de cîh negirtine.
Rêzdar Azizî îdîa dike ku Desteya Bilind heta niha bi fermî ji Civîna Qahîrê re nehatiye vexwandin."Jiber ku nav Desteya Bilind PYD heye Amerîka û Ewropa hebûna wê di nav opozîsyojna Sûrî de qebûl nakin."
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

Your browser doesn’t support HTML5