Kalkan: Divê Kurdên Her Alî Karî Bikin Jibo Serketina Pêvajoya Aştîyê li Tirkîyê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî seredana Tirkîyê kir û ligel Serokwezîrê Tirkîyê Receb Teyyip Erdogan û wezîrê derve û mezine karbidestên dî civîya. Wesa dîyar e pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkîyê babetê danûstandinên wan bûn.

Di hevpeyvîneka ligel Dengê Amerîka, şaredarê berê yê Batmanê, Hûsên Kalkan got, divê Kurdên her alî karî bikin jibo serketina pêvajoya aştîyê li Tirkîyê.
Li van heyaman Birêz Kalkan ji zîndanê derket. Wî got, bi derketina ji zîndanê ew ne kêfxweş e jiber ku hêşta jimareka mezin a hevalên wî yên endamên BDP'ê, Partîya Aştî û Demokrasîyê di zîndana de ne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê faylê deng dagire:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Husein Kalkan