Bi Sedema Şewatê, Dayîk û Heft Zarok li Almanyayê Mirin

Dayîkek û heft zarokên wê li Almanyayê mirin piştî agir berbû apartmenta wan.

Şewat demeke zû roja Yekşemê li bajarê Backnang, nêzîkî Stuttgart, çêbû.

Piştî kontrolkirina şewatê, termê dayîka 40-salî û heft ji 10 zarokên wê hatin dîtin. Qurbanîyên şewatê eslê xwe ji Tirk bûn.

Li Tirkîyê, cîgirê serokwezîr Bekir Bozdag got ku şewata Almanyayê “bûyereke gelek xemgîn e.”