Mebest û Armancên Danûstandinan bi Ocalan re

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan

Mezne karbidestên Tirkiyê danûstanên digel Ebdulla Ocalan, reberê serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere dikin. Ligora dezgehên ragihandina Tirkiyê ev danûstandin jibo çekdanana PKKê ne. Lê çi agahdarî liser van pêşhatan ji cem PKK ê ne hatine ragihandin her çende 2 sîyasetvanên navdarên Kurd seredana Ocalan kirine. Jibo şirovekirin û pêşbînîyan bernama Helo Washington mêvandarîya dû şarezayan dike: Sîyasetvan Sertaj Bûcak li Îstanbolê û Rojnamevan Celîl Kaya li Elmanîya.

Jibo dîyarkirina rolê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) di piroseyê danûstandinan de Hello Washington digel Demîr Çelîk axifit. Ew endamê BDPê ye û nûnerê Mûşî ye di Parlenamê Tirkiyê de.

Jibo guhdarîkirina tevaya bernama Hello Washington faîlê deng dagire.



Her sebaret vê mijarê Dexîlê Şemo hevpeyvînek digel nûnerê Wanê yê Parlemanê Tirkiyê Nezmî Gur kirîye. Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê faîlê deng dagire.


Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Nezmî Gur