Bajarê Helebê Din Bin Êrîşa Hêzên Esed de ye

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên Serok Beşar Esed êrîşên xwe li ser bajarê herî mezin, Heleb’ê îro Înîyê jî berdewam dikin ku rê li ber kontrola serhildayan bigirin.

Bizavkarên ku li Helebê ne didine zanîn ku helîkopterên hikûmetê bi çekên giran êrîşî taxên bin kontrola serhildayan kir.

Ew her wiha dibêjin, gotin belav dibin ku Hêza Çarê ya artêşa Sûrî ku di bin fermandarîya birayê Beşar Esed, Mahîr e hazirîya êrîşeke mezin dike.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê jî ragihand ku li deverên din yên Heleb’ê pevçûn û peqîn eqimîn û jimareke kes jî hatine kuştin.

Rêvebira Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Navi Pillay îro Înîyê xema xwe dîyar kir ku reng e, di demeke nêzîk de şerekî mezin li Helebê derkeve. Xanim Pillay, bang li hêzên hikûmet û opozîsyonê kir ku sîvîlan biparêzin.

Di heman demê de, Xaça Sor a Navnetewî îro Înîyê ragihand ku ew hinêk ji karmendên xwe yên bîyanî, jiber sedemên ewlehîyê ji Sûrîyê derdixe û dibe Lubnana cîran.

Berdevkê Xaça Sor Hîşam Hasan jî da zanîn ku Heyva Sor a Sûrî jî çend operasyonên xwe yên alîkarîyê li Heleb’ê radiwestîne.

Şer û pevçûnên dijwar yên li Helebê li 20’ê Tîrmehê destpêbibûn, piştî ku serhildayan hewil dan ku kontrola bajêr bidest bixin.