Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesitîyê Êzîdî yê Navdar Şêx Şemo jiber COVID-19 Koça Dawî Kir


Kesitîyê Êzîdî yê navdar Şêx Şemo îro Sêşemê li nexweşxaneyeke paytexta Tirkîyê Enqerê jiber alozîyên nexweşîya COVID-19 koça dawî kir.

Dezgehên medyaya Kurdî li ser zarê mirov û dostên Şêx Şemo ragihand ku ev sê hefte berê jiber nexweşîya vîrûsa ji nexweşxaneyeke Enqerê re hatibû veguhastin û heta îro dihat derman kirin.

Şêx Şemo şîretvanê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê bo karûbarên Êzîdîyan bû û herwiha berpirsê Navenda Laleş ya Rewşenbîrî bû.

Ew li seranserê herêmên Kurdan wekî kesîtîyekî payebilind dihate nas kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Şemo di sala 1961'ê de li gundê Bacid Mîrê yê devera Dêrabûnê li Herêma Kurdistana Îraqê ji dayîk bû.

XS
SM
MD
LG