Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Roket li Bajarokê Şedadê ya Başûrê Hesekê Ketin


Bajarokê Şedadî (Arşîv)
Bajarokê Şedadî (Arşîv)

Duh, Duşemê derengî şevê 2 top li derdora bajarokê Şedadî ,ku bingheke kiwalisyonê lê heye, li başûrê Hesekê ketin, bê ku ziyanên mirovî û madî hebin.

Jêderekî leşkerî ji ji medyaya nêzîkî HSD re got bû ku : "Çavkaniya her du mûşekan ji devera 47 li bakurê rojavayê bajarê El-Şeddadî bû".

Çavkaniyek xwecihî ji Dengê Amerîka re amaje bi wê yekê jî kir, ku yek ji wan her du topan li nêzîkî kêlgeha petrolê ya El-Cebsa ketiye û topeke din jî li nêzîkî xaleke pizîşkî ya leşkerî ketiye.

Wî bal kişand ser wê yekê ku "armanc li ser baregeha hevpeymaniya navdewletî bû, lê her du bombebaran dûrî baregehê bûn".

Çavkaniyê diyar kir ku piştî buyerê du helîkopterên Hevpeymaniya li ser wê deverê heya derengî şevê gerîyan.

Mihemed Elbuşrî ji bajarokê Şedadê ku di dema buyerê de li bajêr bû tekez kir tu ziyanên madî û mirovî ji encama vê êrîşê tinebûn.

"jêdera her du roketan ji aliyê bakurê Şeddadê ve hatin avêtin, ku yek ji wan li devereke leşkerî li nêzî nexweşxaneya şedadê li cihekî vala ket û ya duyemîn li taxa bakur li avahiyeke bê neştecih ket".

Herî dawî çavkaniyê destnîşan kir ku devra hat armanc kirin jêr dibêjin ''Bajarê Niştecihbûnê'' kompleksa xaniyan a berê ye ji bo karkerên petrolê bû, lê niha ew dever valaye.

Hêjaye gotinê ye ku Bajarokê Şedadê Li ser rêya sereke ya navbera Hesekê û Dêra Zorê ye.

ew girêdayî bajarê Hesekê û 60 km durî wê ye li nêzî sînorê Iraqê.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku di Îlona sala borî de, bi du mûşekan baregeheke leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî li El-Şeddadî kirin armanc, bê ku ziyanên canî hebin.

Heye dema amadekirina vê raporê ti alîyekî ew êrîşa şeva Duşemê negirt ser mile xwe.

Lê berdewam hêzên HSD û kiwalisyonê ji alîyê şaneyên Daişê û hin caran ji alîyê milîsên Îranê ve rastî êrîşên bi heman şêweyê tên.

HSD heya neha derbarê wê êrîşê de daxuyanî ne daye.

ZO_05_17_2022_Shadadi_Roket
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:05 0:00

XS
SM
MD
LG