Huner du aliyên girîng di jiyana mirovan de têkelî hev dike û berhemek nû diafirîne û li jiyana me zêde dike.
Tiştên razber û yên şênber di nav dest û lepê hunermandan de, rengekî din diyar didin, wisa helbestavanê navdar yê Fransî Bodlêr huner dabû naskirin.
Şara Reşîd, hunermenda ji bajarê Silêmanî, bû mêvana bernama Deng û Reng û hin ji bîroke û hezkirina xwe ji hunerê re ron û zeael kir.
Bawernameya xwe ji peymangeha mamosteyan - beşê hunerê di salal 1991ê de li bajarê Silêmanî wergirt.
Di Salal 2000an de jî bawernameya xwe ya bekelorya di zanistên mirovanî de wergirt.
Şara ji zaroktiya xwe ve mijûlî hunerê bibû û bi hezkirin nêzîkî wê jiyanê dibû, li beranberî astengî û kelemên malbat û civatê ve.
Lê wê di sala 1995an de, bi eşkerî û pisporî xwe da naskirin wekû hunermendek şêwekar.
Pêşangeha wê ya yekem bi hevjînê wê hunermend Mahir Setar re bû bi navê Çîrok, li Bexdaya paytext.
Di pêşangeha Şara ya dawî de li bajarê Silêmanî, balê dikşîne ser xirûşt û pêwendiya mirovan bi jîngehê ve ji aliyê xwe yê razberî ve.
Şêwazê hunera Şara, li ser bengeha abstract (rûtî) û derbrîniya nûjen ava dibe. Jiber peywendiya Şara bi rengan û belavkirina wan li ser cawê sipî bi azadî dibe û li gorî Şara azadî yek ji movikên bengehîn e di warê hunerê û afirandinê de ye.
Li tenişta şêwekariyê, Şara çîrokan bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîse û li gelek malper û govaran belav dike.