Zarokên Efrînî ku li Şehba derbider in, pêvajoya xwendinê di nava şert û mercên dijwar de didomînin.
Derbiderên ku ev 3 sal in ji cih û warê xwe hatine koçber kirin, rijd in ku zarokên wan ji fêrbûnê dûr nekevin û bi zimanê Kurdî hîn bibin.
Binesazîya herêma Şehba, ku Efrînî piştî êrîşa Tirkîyê koçberî wir bûbûn, ji ber şerê li dijî DAIŞê û komên tundrê rastî rûxandineke mezin hatibû, loma herêm kavilkirî bû.
Dema Efrînîyên derbider li vê herêmê bi cih bûn, Desteya Perwerdeyê di Rêvebirîya Xweser de dibistanên herêmê sererast kirin.
Li herêmê niha 68 dibistan hene, şagirt û xwendekar tê de li gor korsên Rêvebirîya Xwser bi zimanê dayîkê fêrdibin, anku yên Kurd bi zimanê Kurdî û yên Ereb jî bi zimanê Erebî.
Tevî wan dibistanan, ku li gund û bajarokên herêma Şehba ne, li her 5 kampên derbiderên Efrînê jî dibistan hatine vekirin, lê ev dibistan çadir in, ku zarok di bin konan de waneyên xwe amade dibin.
Li gor Desteya Perwerdeyê 16.500 xwendekar û şagirt di her sê qonaxên xwendinê, anku seretayî, navîn û amadeyî de, hene.
Zarok di pêvajoya xwendinê de rastî gelek zor û zehmetîyan tên, ku ne tenê dibistan bi temamî nehatine sererast kirin, lê belê derdor jî pir ne saxlem e, çimkî mayîn û bermahîyên şer nehatine rakirin, ku car caran di zarokan de dipeqin.
Herwiha keşûhewa jî astengîyên mezin derdixe, germa havînê û serma û seqema zivistanê, herwiha baran û herî barê zarokan û malbatên wan giran dike, çimkî sotemenî kêm e û rêyên çûnûhatinê xirab in.
Malbatên zarokan ku di rewşeke aborî ya zehmet de dijîn, ku dabara jîyanê li derbiderbûnê zor e, bi derfetên hindik hewil didin pêdivîyên xwedinê ji zarokan re dabîn bikin, ku tevî alîkarîya Desteya Perwerdeyê lê hîn kêmasî di pirtûk, lênûs, pênivîîs û çenteyan de hene.
Di nava vê rewşê de belavbûna vîrûsa korona metirsî li zarokan zêde kirine, loma Heyva Sor ya Kurd hewil dide çavdêrîya tenduristî pêşkêş bike.
Heyva Sor projeyek destpê kiribû, daku dibstanên kampan ji bin konan veguhêse avahîyan, çimkî metirsîya li ser zarokan li wir herî zêde ye, loma dest bi avakirina hin karavanan kirbû sebî fêrbûn lê were dayîn.