Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Danasîna Pirtûka Şahabettîn Demîr li Wanê Hat Betal Kirin


Qeymeqamtîya Bajarokê Erdîşa Wanê programa îmzakirin û danasîna pirtûka nivîskar Şahabettîn Demîr ya bi navê “Mavî Sevgî” betal kir.

Qeymeqamtîyê di nivîsa xwe ya fermî de sedemek nîşan nedaye û tenê gotiye ku “bernameya we nehatiye qebûl kirin.”

Demîr nerazîbûna anî ziman û got ku ev demek e li Wanê qedexeyên wiha têne ragihandin.

“Êdî rûniştvan nikarin li ber derîyên xwe dawetên xwe jî bikin. Partîyên sîyasî û sazîyên din jî jiber qedexeyê nikarin li hindurê avahîyên xwe daxuyanî bidin. Ev tiştên wiha di dema darbeya 12’ê Îlona 1980’an de jî nehatine jîyandin. Bi van qedexeyan dixwazin dengê hemû alîyên rikeber qut bikin.”

Demîr di sala 1981’an de li Erdîşê dayîk bûye û nêzî 10 salan li girtîgehê maye û piranîya pirtûkên xwe li wê derê nivîsîne.

Tevî ku rewşa awarte ya piştî hewila darbeya 15 Tîrmeha 2016’an hatiye rakirin ji, walîtîya Wanê jî 21’ê Mijdara 2016’an vir ve çalakîyên wek mîting, konser, pêşengeh, daxuyanîyên çapemenîyê û vekirina standan qedexe dike.

AA_08_09_2019_Ş_Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG