Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îtalya di Bûyera Telefirîkê de Herî Kêm 8 Kes Dimirin


Xizmetgozariyên Hewarkî yên Îtlaya ragihand ku roj Yekşemê di bûyereke ketina Telefirîkê(Daveristê) de 8 kes hatine kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Bûyer li havîngeha bajarê Stresa yê li bakurê Îtalya qewimî ye, li gola Maggiore ya herêma Piedmont, weke peyvdarê xizmetgozariyên hewarkî yên Îtalya gotiye ajansa Nûçeyên Fransî AFP.

Karmendên xizmetkariya lezgîn ya çiyayên Alp dîsan gotiye ajansa Reuters, di bûyera telefirîkê de herî kêm 8 kes mirine piştî ketina daverista ku gola Stresa-Mottarone bi çiyaê li kêleka golê ve girê dide, ku herêmeke toristîke, û 1400 metran ji astê deryayê bilinde, daverist gola Maggiore bi çiyayê Mottarone girê dide û çûna daveristê 20 deqîqan dirêj dikêşe.

Walter Milan peyvdarê xizmetgozariyên niştîmanî yên lezgeîn yê zincîra çiyayên Alpê gotiye kenalê RaiNews24 TV "Bûyerek gelek metirsîdar bû." Peyvdarî dîsan gotiye 2 zarok bi firoka helîkopeter veguhastine nexweşxana zarokan ya bajarê Turin.

XS
SM
MD
LG