Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Diravên Krîpto Bo 4 Mehan Qedexe Dike


Dîmenên diravê krîpto Bitcoin
Dîmenên diravê krîpto Bitcoin

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro Çarşemê ragihand ku kankirina enerjîyê de, diravên krîpto yên wek Bitcoin bo 4 mehan hatiye qedexe kirin.

Hesen Ruhanî di dema ku Îran li gelek bajaran rûbirûyê qutbûnên mezin yên elektîrîkê ye, di civîna wezîrê hikûmeta xwe de ser mijarê axifî.

"Qedexekirina kanîna krîptoyan heya 22'ê Îlonê yekser bi bandor e. Li Îranê niha ji % 85 kompanîyn kankirinê bê destûr in, " Ruhanî got.

Bitcoin û diravên krîptoyê yên din bi pêvajoyek ku wekî kanîn tê zanîn têne afirandin, ku tê de komputerên bihêz bi hev re dikevin pêşbaziyê da ku pirsgirêkên dijwar yên matematîkî çareser bikin.

Ev pêvajoya afirandinê de, asteke bilind ya enerjîyê tê bi kar anîn, bi gelemperî girêdayê elektrîka ku ji sotemenîya fosîlan tê çêkirin.

Hejayê bal kişandinê ye ku Îran xwedîyê çavkanîyên dewlemend yên fosîlan e.

Dema ku hilbijartina seroktîyê ya meha bê nêz dibe, qutbûnên elektîrîkê yên li Îranê ji hêla welatîyan ve bi rengekê berfireh têne rexne kirin.

Li gor kompanîya analîzên blockchainê Elliptic, nezî ji % 4.5'ê tevahîya afirandina Bitcoin li Îranê pêk tê.

Blockchain bo afirandina diravên dîjîtal yan krîpto teknolojîya bingeh e (Bitcoin, Litecoin, Ethereum, û yên din)

Îran her sal, bi rêka diravên krîpto bi sed mîlyonan dolaran qezenc dike û jibo kêmkirina toleyên giran yên aborî yên Amerîka bikar tîne.

Rewşa aborîya Îranê, ji 2018'an û vir ve her diçe xirabtir dibe; dema ku serokê berê Donald Trump, Amerîka ji peymana navokî ya 2015'an ya Tehranê ya bi 6 welatan re, vekişand û toleyên dijî Îranê jinûve ragihand.

Rêvebirîya serokê Amerîka Joe Biden û hêzên din yên cîhanî bi armanca vejandina peymanê, bi Îranê re danûstandinan dikin.

Îran di van salên dawî de kankirina krîptoyê qebûl kir, ji wan kompanîyên afirandina diravên krîpto re hêza erzan pêşkêş dike û pêdivî dike ku ew kompanî bitcoinên xwe bifroşin ya banka navendî ya Îranê.

Tehran destûrê dide ku diravên krîpto yên li Îranê têne afirandin, jibo derkirîna berhemên destûrdayî were bikar anîn.



XS
SM
MD
LG