Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Çaremê ragihand ku di 24 saetên dawî de 80 kesên din jiber vîrusa korona mirin.
Cîhanpur di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 5, 957 kesan.
Wî dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 93,657 kesan.
Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ye ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran Îranî jiber korona nexweş ketine û mirine.
Hikûmeta Îranê hefteya borî dest bi sistkirina tedbîrên dijî korona kiribû piştî ku zêdebûna hejmara mirinên rojane ketibû binê 100 kesan.
Hikûmetê biryara vekirina firoşgeh, bazar û parkan dabû û qedexeya ser rêwîtîya nav bajaran jî rakiribû.