Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Danûstandinên Peymana Navokî Didomin, Lê Mijarên Dijwar Mane


Berdevikê hikûmeta Îranê Alî Rabieî
Berdevikê hikûmeta Îranê Alî Rabieî

Berdevikê hikûmeta Îranê Alî Rabieî îro Sêşemê li preskonferensekê ku ji hêla malperek dewletê ve hatî zindî weşandin de ser di danûstandinên peymana navokî yên ku li Vîyana têne kirin de, axifî.

Alî Rabieî ragihand ku Îran bawer dike ku astengîyên li pêş vejandina peymana navokî ya 2015'an ya navneteweyî tevlîhev in lê ne mijarên ku bê çareserî ne.

"Danûstandin gihîştine qonaxek ku divê li ser çend pirsgirêkên sereke biryar were dayîn û van mijaran baldarî, bêkêmasîtî û dem pêwîst dike," Rabieî got.

Îran û welatên ku di sala 2015’an de peymana navokî îmza kirine, ji Nîsanê vir ve li Vîyana ya Avusturya bo Amerîka vegere peymanê û Îran jî li gor şertan tevbigere, danûstandinan dikin.

Hevdem, Rabieî îdayên sekinîna danûstandina redkir.

"Di danûstandinên Vîyana de ti astengîyeke tune ye," Rabieî got.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington ji peymana navokî vekişandibû, dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn û li ser vê yekê Tehranê dest bi dij pîvanan kiribû, di nav de jinûve avakirina stokên uranyuma dewlemendkirî ku rêka ber bi çêkirina bombeyên navokî vedike.

" Ev rewş jiber tevlihevîyên ku bi sedema gelek toleyên rêvebirîya Trump û pîvanên Îranê derketîye holê, xwezayî ye," Rabieî destnîşan kir.

Danûstandinkarê navokî yê Îranê roja Duşemê bal kişand ku dora niha ya gotûbêjan ewê ya dawîn be.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku ewê Washington vegere peymana navokî heke pêşî Tehran di warê dewlemendkirina uranyumê li gor peymanê tevbigere.

XS
SM
MD
LG