Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Raporta BBC Farsî Red Dike ku 210 Kes jiber Korona Mirine


Nexweşên Îranî (Arşîv)
Nexweşên Îranî (Arşîv)

Wezareta Saxlemî ya Îranê îro Înê bi twîtekê raporta BBC Farsî red kir ku heta niha 210 kes jiber vîrusa korona li wî welatî hatine kuştin.

Berdevikê wezaretê Kianuş Cîhanpur, demeke zûtir ya îro ragihandibû ku hejmara kesên ku jiber korona li Îranê hatine kuştin bûye 34.

Beşa Farsî ya BBC îro ji zarê jêderên nexweşxaneya ragihandibû ku 210 kes hatine kuştin û ew vîrus herî pir li paytext Tehran û dû re jî Qumê çêbûne.

XS
SM
MD
LG