Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmran Xan di Êrîşeke Çekdarî de Birîndar Bû


Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan îro Pêncşemê di êrîşeke çekdarî de ji lingê xwe hate birîndar kirin.

Alîkarekî Xan ji Reutersê re got ku karwana Xan li bajarê Wezîrabad ya rojhilata Pakistanê rastî êrîşê hat û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Xan, ku 70 salî ye, pêşengîya meşeke protetoyî dikir û jibo daxwazkirina hilbijartine pêşdem ber bi paytext Îslamabadê dimeşîya.

Berdevkê partya wî Fawad Chaudhry got ku di konvoyê de bi sedan kes hebûn û xencî Xan, rêvebirê wan Faysal Cavîd jî bi guleyan birîndar bû. Wî da zanîn ku her du Xan û Cavîd niha li nexweşxanê têne derman kirin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf êrîş şermezar kir û ferman da wezîrê navxweyî ku dest bi lêpirsîneke demûdest bike.

XS
SM
MD
LG