Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbaniyên Ezîdî yên Gora Girseyî li Koço bi Fermî Hatin Rêzgirtin


Dinnayi dibêje ku hikûmeta navendî ya Îraqê rêzek taybet li qurbanîyên qirkirika Koço girt

Xelkê Şingalê 104 qurbanî şerê Komeleya Dewleta Îslamî DAIŞ veşartin kû ji hêla analîzên DNA yên saziyên taybetên Îraqê ve hatîne nas kirin.

Pêvajoya naskirina paşmayên qurbaniyan bi alîkariya Tîmê Lêpirsînê yê Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Navneteweyî ya Windabûyan hate kirin. Ew qurbanan di Tebaxa 2014an de li gundê Kocho, Şingalê, hatin kûştin.

Mirza Dinnayi
Mirza Dinnayi

Kes û karên qurbanan dibêjin ku DAIŞ bi sedan xelkê Koço û gundê dî yên Şengalê kûştin û xistine gorên bi kom. Çendîn saziyên cîhanî karê wê komelê li dijî Êzîdîyan weka cenosayid daye naskirin.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka VOA - Mirza Dinnayi, çalakvanek Êzîdî û parêzvanê mafên qurbanan dibêje ku hikûmeta navendî ya Îraqê rêzek taybet li van qurbaniyan girt.

"Hikûmeta Îraqê di piştgiriya doz û daxwazên Êzîdîyan de pir cidî ye û serokwezîr Mustafa Kazimî di vî warî de gavên baş avêtine," Dinnayi dibêje.

Mîrza Dinayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG