Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deh Sal Piştî Jenosîda Ezdîyan: Komîsyona Lêkolînê ya NY li Sûrîyê Banga Dadwerîyê Dike


Dîmen ji komkujiya Şengalê û êrîşên DAIŞê yên ser Civaka Êzidî
Dîmen ji komkujiya Şengalê û êrîşên DAIŞê yên ser Civaka Êzidî

Deh salan piştî êrîşa DAIŞê, li herêma Şengalê, li civaka ku zêdetirî 400,000 kersin, kuştin, koçberkirin, girtina jin, keç, zarokan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve pêkhat.

Komîsyona Lêkolînê ya Netewên Yekbûyî li Sûriyê di salvegerê de daxuyaniyek da û daxwaza edaletê dike.

Komisyona NY dibêje, kesên rizgarbûyî û qurbaniyên jenosîd û tawanên DAIŞê, herwiha jin û zarokên ku bi awayekî neqanûnî li bakur-rojhilatê Sûriyê tenê ji ber tevlîbûna DAIŞê hatine girtin, divê bên berdan û vegerin cihekî ku tê de bikarin piştgiriya wan bikin da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Serokê komîsyonê Paulo Pinheiro got "Trajediya êzîdiyan berdewam e û bi bîr tîne ku endamên biyanî yên ku li bakur-rojhilatê Sûriyê hatine girtin divê bên vegerandin û li dadgehên niştimanî yên wan welatan bên dadgehkirin."

Di sala 2014an de, DAIŞê êrişên wêranker li dijî êzîdiyên Şengalê li bakurê rojavayê Iraqê da destpêkirin. Piştî êrîşa li ser Şengalê, DAIŞê bi hezaran êzîdiyên dîlgirtî veguheztin Sûriyê, li wir keçên neh salî rastî tundiya seksî û koletiya seksî hatin, û kurên êzîdî ji heft saliya xwe ve ji bo şerkirin û karên xwekujiyê hatin perwerdekirin.

DAIŞ jin û keçên Êzidî di çarçoveya helmeta xwe ya qirkirinê de rastî koletî, îşkence, serdferiyek hovane, kuştin û lêdanê hatin. Jin û keç bi keviran hatine kuştin û bi darê zorê bi çeteyên DAIŞ’ê re dan zewicandin.


Komîyan Netewên Yekbuyî di daxuyaniyeke 6 laperî de behsa hurgiliyên qurbaniyên destê DAIŞê û herwiha girtiyên ku bi endametî û beşdarên di komkujiyên li dij Êzidiyan û êrîşên terorî de kirine behis dike.

Komisyon dibêje ku yên bakur-rojhilatê Sûriyê bi sûcên girêdana bi DAIşê ve di reweşek xirab de di kampan de hatine girtin divê vegerin welatên xwe û rewşa jiyanek baştir ji bo were dîtin.

XS
SM
MD
LG