Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Rûsya Îro Hîndarîyeke Leşkerî ya Hevbeş Pêk Anî


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Çîn û Rûsya îro Sêşemê bi hevre hîndarîyeke leşkerî li dar xistiye.

Reutersê dîyar kir ku hîndarî li Derya Japon, Derya Çîn û rojavayê Pasîfîkê çêbûye.

Wezareta Berevanî ya Çînê ragihand ku ew hîndarî beşek ji hîndarîyên salane ye.

Her du welatan, berî Rûsya Ukraynayê dagir bike, di sala 2021, 2020, 2019an de li dû Gulanê ew hîndarî li dar xistibûn.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir.

Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.

Çînê heta niha jî kiryarên Rûsya yên li Ukrayna şermezar nekirine û bo wan kiryaran nabêje dagirkirin e, lê bo her du dewletan banga dîyalogê dike.

XS
SM
MD
LG