Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn bi Wezîrên Karên Derve yên Kendavê, Îran û Tirkîyê Dicive


wezîrê derve yê Çînê Wang Yi
wezîrê derve yê Çînê Wang Yi

Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku wê wezîrên derve yên welatên Kendavê, Îran û Tirkîyê di vê hefteyê de bo gotûbêjan ji hev cuda serdana Çînê bikin.

Wezîrên karên derve yên Erebistana Saudî, Kuweyt, Uman, Behreyn û Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkarîya Kendavê di navbera îro û Înîyê de biçin Çînê.

Wezareta Çînê da zanîn ku wezîrê derve yê Tirkiyê roja Çarşemê û roja Înîyê jî yê Îranê Huseyîn Amîrabdulahîyan bigehîje Çînê.

Berdevikê wezareta derve ya Çînê Wang Wenbin îro di preskonferanseke de roja got ku "Çîn û Îran di mijarên sereke de bi biryar piştgirîya hev dikin."

Wezareta derve yê Îranê roja Duşemê ragihand ku wezîr Amîrabdulahîyan wê ser peymana hevkarîyê ya bo 25 salan ya di navbera her du welatan de hatiye îmza kirin, nîqaşan bike.

Wezaretê ragihand ku wezîrê derve yê Çînê Wang Yi roja Duşem û îro bi wezîrên Behreyn û Erebistana Saudî re civyaye û ser danûstandinên navokî yên bi Îranê nêrînên xwe parve kiriye.

Tevî Erebistana Saudî, welatên Kendavê jî di derbarê armancên navokî yên Îranê, bernameya wê ya mûşekî û alîgirên herêmî yên Îranê de, fîkarên xwe anînin ziman.

Wang Yi ji hevtayê xwe yê Saudî re got ku her çend divê sîstema cîhanî ya nehiştina çekan were parastin, lê "fîkarên dadmendî û hişmendî" yên welatên herêmê jî divê werin berçav girtin.

Hevdem, di civînê de mijarên aborî jî hatin gotûbêj kirin û Çînê got ku Pekîn amade ye ku bi Riyadê re li ser enerjîya nû, bazirganîya onlaynî, qanûn û projeyên arkeolojîk hevkarîyê bike.

Hejayê bîr xistinê ye ku Çîn wan civînana dema ku di demekê de ku li Viyanayê danûstandinên bo svejandina peymana navokî ya 2015`an ya Îranê didomin,dike.


XS
SM
MD
LG