Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hewlêr Çar Çalakvanên Din yên Badînan Tên Sizadan


Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr

Roja Duşemê dadgehkirina 4 çalakvanên parêzgeha Duhok (Çalakvanên Badînan) li dadgeha du ya tawanan li Hewlêr pêkhat, di rûniştina dadgehê de sizayê her çar çalakvanan hat biryar dan, sizayê wan jî wehabû; Mesûd Şengalî, 3 sal û 6 mehên zîndanê, Şêrwan Taha 2 sal û 6 meh sizayê zîndanê, her yek ji Karker Ebbas û Bendewar Eyub bi 1 sal û 2 mehên zînanê hatin sizadan, lê ew her du kes, dê bên azad kirin jiber ku dema mana wan ya li zîndanê temam bûye.

Nûnerên rêxsitina CPT li dadgerha 2 ya tawanan li Hewlêr
Nûnerên rêxsitina CPT li dadgerha 2 ya tawanan li Hewlêr

Beşdar Hesen, çavdêrê grûpa parêzerên çalakvanên parêzgeha Duhok di kongreke rojnamegerî de got "Jiber sizayên ku derketine em şok bûn, li gel tîmê parêzera me 30 roj hene ku li dadgeha pêdaçûnan gilî bikîn, ji aliyê qanûnî de me çendîn rê li pêşiya me ne, em piştrastîn ku dadgeha Pêdaçûnan – Temîzê dê bi wan belgeyên pê hatine dadghekirin û sizadan bawer nebe, û em piştrastin ku dadgeha temîzê dê wan azad bike."

Di rûniştina dadgehê de hejmarek endam parlemenên Herêma Kurdistanê û kandîdên serketî di hilbijartinên Îraqê de amade bibûn û çavdêriya dadgehkirina wan 4 çalakvanan kirin.

Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr

Alî Heme Salih, endamê Parlemena Herêma Kurdistanê ku li dadgehê amadebû, gote Dengê Amerîka "Îro me dît, bi yek tûmetê, bê ku tu belgeyek hebe sizayê wan dabeşî sê kir, yek 3 sal, yek 2 sal û du yên din 1 sal sizayê zîndanê dane wan, ev di wî demî de bû ku em çaverêyî azad kirina wan bûn, jiber ku eger şahidek nebe li ser girtiyan ku tawan encam da be, û tu belge jî nebin, ku dest bi ser çekekî yan teqemeniyekê de girt be, demek li ser çi tên siza dan? Jiber wê yekê hêvîdarîn ku temîz bi çavek adîlane li wan dosya mêze bike."

Nûnerên rêzxistinên navnetewî û civaka sivîl jî li dadgehê amadebûn, nêrîn û têbîniyên xwe yên derbarê rûniştina dadgehê de anîn ziman, Kameran Mela Osman nûnerê rêxistina CPT li Îraqê got "Ev cûre biryare ciyê matmayîna me bû, weke tîma Kurdistana Îraqê ya rêxistina CPT, carek din serbixwebûna dadgehê kete jêr pirsiyarê, em weke tîma Kurdistana Îraqê ya rêxistina CPT, mil bi milê kesûkarên zîndaniyên Badînan, heta azad kirina wan dê berdewam bîn, hêvîdarîn dadgeha temîzê, biryarek rast bide ku êdî azadiya ramanê li herêma Kurdistanê weke tawan neyê dîtin."

Kesûkarên girtîyan jî bi wê biryara dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr nerihet bûn û daxwaza azadkirina zîndaniyan kirin û gotin, yên hatine sizadan bê tawan in, wan tiştek nekiriye û em nizanin ew li ser çi tên sizadan, û gotin, mesele tenê siyasî ye ne tiştek din.

Dengê Amerîka hewil da ku li gel Omêd Muhsin peyvdarê Encûmena Dadweriyê biaxive û derbarê çawaniya sizadana wan 4 çalakvanan daxuyanî bide, lê liber dest nebû.

Raporta Hewler 08 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00


XS
SM
MD
LG