Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Gurcistanê Hember Hikûmeta Xwe Piştgirîya Ewrupa Dixwazxe


Seroka Gurcistanê Salome Zourabichvili îro Duşemê bang li welatên Ewrupî kir ku ferzkirina kontrola Rûsî ya li ser gelê wê bisekinin.

"Em dixwazin ku çarenivîsa me ya Ewrupî ji me re were vegerandin. "Ev, serhildana tevahîya gel e," Zourabichvili, ku bi xwe bi polîsên serhildanê re nerazîbûn nîşan da, ji radyoya France International re got.

Zourabichvili piştî şeva çaran ya pevçûnên navbera xwepêşander û polîsan axifî, piştî ku partîya desthilatdar a Xewna Gurcistanê hefteya borî ragihandibû ku ew danûstandinên li ser tevlêbûna Yekîtîya Ewrupî disekinîne.

Rexnegirên hikûmeta Gurcistanê ev daxuyanî wek piştrastkirina bandora zêdebûyî ya Rûsî ya ser hikûmetê û derketina ji rêka ber bi Ewrupa ye.

Zourabichvili, ku posta wê bi piranî sembolîk e, got ku Rûsya, jixwe li Ukraynayê di şer de ye, li dijî Gurcistan û welatên din yên wek Moldova û Romanya stratejîyeke piralî dimeşîne.

Seroka 72 salî, ku li Fransa ji dêûbavên Gurc ji dayik bûye û berê wek balyoza Fransa li Gurcistanê xebitîbû, got ku pêdivîyeke pir xurt bi piştgirîyeke exlaqî û sîyasî ya pir zelal ji Ewrupa heye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov red kir ku Rûsya destwerdana rewşa Gurcistanê dike.

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitrîy Medvedev jî îro hişyarî da ku Gurcistan bi lezgînî li ser rêya Ukrayna û siberiojeke tarî ve dimeşe.

Hevdem, Washington û YE hişyarî didin ku tiştên çêbûyî Gurcistanê ji demokrasîyê paşve dibin.

Gurcistan welatekî Qafqasya Başûr e ku nîfûsa wê 3,7 mîlyon e û dikeve xaçerêya Ewrupa û Asyayê û berê beşek ji Yekîtîya Sovyetê bû.

XS
SM
MD
LG