Li Wanê hejmareke sazîyên sîvîl bi preskonferansekê ragihand ku li zîndanên Erzîromê, girtî rastî êşkence û reftarên xirab hatine û mafê wan yê wergirtina xizmtên saxlemîyê hatiye binpê kirin.
Baroya Wanê, Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) û Komela Piştgirîya Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) rapora ser binpêkirina mafên girtîyên li 3 zîndanên Erzîromê ji bîragiştî re eşkere kir.
Endama Şaxê OHD ya Wanê, Ekîn Yeter got ku wan rapor di encama hevdîtinên ligel girtîyan de amade kirine.
“Li zîndana Tîpa H ya Erzîromê, ji girtîyan hejmara li ser lingan an ku bi tarzê leşkerî tê xwestin. Daxwazên wan yên bo çûyîna nexweşxanê 3-4 meh tê gîro kirin. Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de ti rojnameyên muxalif nadin girtîyan. Kanala TRT3, ku televîzyona fermî ya dewletê ye û axaftinên li meclîsa Tirkîyê bi zîndî dide, ji alîyê rêvebirîya zîndanê ve nayê nîşandan. Hefteyê carekê lêgerîna odeyan pêk tê, êdî ev jî bûye awayekî êşkencê. Xarînên wan pir hindik in û tiştên ku li kantînê tê firotin pir buha ne,” raporê got.
Li gor berdevamîya raporê li zîndanên Ewlehîya Bilind a Hejmara 1-2 ya Dumluyê, bi heman awayî binpêkirina mafên girtîyan pêk tên.
“Dema daketina zîndanê de bi darê zorê lêgerîna tazî pêk tê. Zîndanîyên bi cezayên giran û yên hin ceza wernegirtî di nava hucrêyên yêk kesî de tên girtin. Ew tenê bo 1-2 saetan derdixin hewşê û tavê. Rêvebirî dest datîne ser kovarên bi zimanê Kurdî. Veguhastina girtîyên newxweş yên bo nexweşxanê pir dereng çêdibe û nexweşên giran yên mîna Metin Erîşmîş bi awayekî saxlem nayê derman kirin. Huseyîn Ortaç yê 82 salî rûbirûyê pir nexweşîyên kronîk e û tevî vê yekê ew li zîndanê tê girtin.”
Hêjayî gotinê ye ku roj şemîyê Serokomarê Tirkîyê Tayîp Erdogan wek nîşanaya xilasbûna êşkence û reftara xirab ya li zîndanan, girtîgeha Amedê ku di 12’ê Îlona 1980’an de bûbû navenda êşkence, wek muzexane û navenda çand û hunerê vekir.
Lê, hevseroka Şaxê TUHAY-DER ya Wanê Edîbe Babur bi bîr xist ku Erdogan bo jibîrnekirina êşkencêyên dema 12’ê Îlona zîndana Amedê kir muzexane, lê heman suc di dema desthilata wî de li zîndanan din didome.
“Gotinên Erdogan tiştên pêkenok in jiber ku niha li hemî girtîgehan rewşeke wekî 12’ê Îlona 1980’an û 90’an xirabtir e. Niha dibe ku nikarîn mîna êşkecekarê wê demê Esad Oktar bikin, lê mafên wan yên herî rewa û qanûnî tên binpê kirin. Eger Erdogan bixwaze gel, bi gotinên xwe bide bawer kirin, bila hemî girtîgehan binere û şert û mercên wan baş bike.”
Rapor, peymanên navnetewî yên ku Tirkîyê îmza kiriye, bi bîr tîne û daxwaza cîhanîna mafên girtîyan dike.