Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saziyek Nû ya Zimanê Kurdî li Stenbûl Tê Ragihandin


Damezrênerên Hereketa Zimanê Kurdî li Stenbûl
Damezrênerên Hereketa Zimanê Kurdî li Stenbûl

Komala Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi daxuyanîyekê damezirandina xwe li Îstenbul'ê biragiştî re eşkere kir.

Komale jibo pêşigirtina bişaftina li ser zimanê Kurdî û jibo ku zimanê Kurdî statuyek hiqûqî bistîne û bibe zimanê fermî wê xebatan bike.

Herwiha komale jibo pêşîgirtina dijî talana çandî jî dixwaze navên gund, bajar û cîhên hatî guhartin werin sersat kirin û navê wan yên Kurdî were dayîn.

Serokê Lijneya Desteya Reveber a Hereketa Zimanê Kurdî Parêzer Suphî Ozgen daxuyanî xwend.

Ozgen di daxuyanîyê de dîyar kir ku, komala HezKurd'ê hereketeke civaka sîvil e û ew ne girêdayî ti tevger jî partîyan e. Dîsa wî bi berdewamî got ku, HezKurd hemî cûreyê tundîyê red dike û jibo Kurdî ewên xebatan bikin.

Ozgen destnîşan kir ku zimanê Kurdî jiber ku garantîyek wî ya qanûnî tuneye di bin xeterîya tunebûnê de ye û wî got ewê serî li hemî partîyên sîyasî û dadgehan bidin.

"Emê ji hemî partîyan re hem ji partîyên di meclîsa Tirkîyê de hem jî yên di derveyî meclîsê re herwiha ji sazî û dezgehên fermî yên dewletê re bang bikin da ku zimanî Kurdî di qanûnan de were garantî kirin.”

Parêzer Ozgen got ku, eger Kurdî wek zimanê fermî neyê qebûl kirin ewê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

Yek ji rêvebera HezKurd'ê Gulêcan Ronahî jî behsa sedama damezirandina komaleyê li Îstenbulê kir û wiha got,

"Armanca me ya sereke jiber ku bişaftineke mezin ser zimanê Kurdî heye û em dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Zêdetir bişaftin ser Kurdên Îstenbul'ê hene û em dixwazin li her derî Kurdî were axaftin û were hezkirin."

Li alîyeke din jî derhêner û aktivîstê zimanê Kurdî Keremo jî (Kerem Tekoglu) balkişand ser damezrandina HezKurd’ê û wiha axifî.

“Bêguman damezrandina her sazî û dezgeheke jibo zimanê Kurdî girîng e. Li gorî min kî kevirekê dane ser kevirekê jibo pêşeroja zimanê Kurdi gelek hêjaye.”

Daxuyanî bi dengê derhêner Keremo bi xwendina helbesta Baba Tayîr Uryan-i Hemedanî ya bi navê "Dîlber" qedîya.

Raporta Stenbûl - Mem Botanî 25 10 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00

XS
SM
MD
LG