Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînîyên Derbider Dev ji Hezkirina Zimanê Dayikê Bernadin


Pîrozbahîyeke Cejna Zimanê Kurdî li Efrînê
Pîrozbahîyeke Cejna Zimanê Kurdî li Efrînê

Efrînîyên ku ji cîhwarên xwe hatine derxistin, pêgirîya xwe bi zimanê dayîkê ne tenê li dibistanên qonaxên seretayî, navîn û amadeyî, lê di xwendina bilind de jî didomînin

Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî di enstîtuya Şehîd Vîyan Amara de li Şehbayê bûye cîhekî hanikî ku xwendekar bi şêweyekî akademîk dixwînin.

Babetên ku di her du salên xwendinê de tên fêrkirin ev in: wêjeya Kurdî ya nivîskî, wêjeya Kurdî ya devokî, wêjeya cîhanî, rêbazên lêkolînê, wêjeya klasîk, wêjeya nûjen, xwendingehên wêjeyî, folklor û şano.

Di beşa ziman û wêjeya Kurdî ya enstîtuyê de pirtir ji 30 xwendekar dixwînin.

Ev beş jibo xwendevanan ne tenê delîveya berdewamkirina xwendina bilind e, herwiha derfet ji wan re peyda dike ku bi rêkûpekî ziman û wêjeya Kurdî ho bibin.

Mamoste û xwendevanên beşa ziman û wêjeya Kurdî dîyar dikin ku salên dirêj e ku çand, wêje û zimanê Kurdan rastî givaştin û qedexekirinê tê, loma pêdivî ye Kurd li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derkevin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hînbûna Zimanê Kurdî li Efrînê ku jêr destdanîna Tirkîyê de ye, hatiye asteng kirin û xwendingehên ku Rêvebirîya Xweser vekribûn, hatine girtin.

Bizavkarên Efrînî hişyarî didin ku li herêma Çîyayê Kurmênc niha zimanê Kurdî hatiye bêdeng kirin û Erebî û Tirkî li Kurdên mayî tê sepandin.

NR_02_21_2022_Roja_Zimanê_Dayîkê_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00
XS
SM
MD
LG