Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvan Seyrana Celad: Tiştek ji Zimanê Dayikê Xweştir Tuneye


Kurdên Sovyeta berê, wek ku di nav Kurdan de dihatin naskirin, ku piraniya wan jî kurdên Ermenistanê ne, di avakirina wêje û kelpora Kurdî herdem xwedî roleke pir girîng bûn û bi saya serê rewşenbîrên "Radyoya Rewanê" bibû çavkanîya folklor û zargotina Kurdî ya resen û dengê xwe li çar alîyên cîhanê belav kir.

Ev civata Kurdî ku ji 100 salî zêdetirî li wir dijî, ne ziman, ne çand, ne jî kelepor û kevneşopiyên xwe ji bîr kirin û nifşeke radestî nefşeke nû dike.

Helbestvana Kurd Seyrana Celad yek ji dengê wê civatê ye ku bi hestyarî helbestên xwe bi zimanê Kurdî yê petî diriste û belav dike. Ew jî ku Kurdên Êzîdî ye ku malbata wê ji sala 1915an ve li Ermenistanê bi cîh bûye û ew li wir hatiye dunyayê.

Seyran di sala 1979an de li gundê Saxmosavanê li Ermenistanê ji dayik bûye.

Wê di sala 1992an de dest bi nivîsîna helbestan kiriye, lê pêşî bi zimanê Ermenî helbestan afirandine û heta sala 2004an wusa berdewam kiriye.

Seyrana di bin bandora dayika xwe ya helbestvan "Hinara Tajdîn", dest bi nivîsîna helbesta Kurdî kiriye û rewşa welatê Kurdan di helbestên xwe de dîyar kiriye.

Seyranê dîwana xwe ya yekê bi navê "Dilê Hejar" weşand.

Piştî vê gavê êdî çalakîyên xwe bi hêztir kir û beşdarî xebatên ser tora medya civakî bû. Wek jineke Kurda Êzîdî û helbestvanek Kurd û dilsozek ji Ermensitanê karîbû dengê xwe bigîne Kurdên din û têkîliyan bi wan re ava bike.

Seyran dibêje ku ew gav bi gav jî rewşa Kurdan dişopîne û bi hestên xwe dike yên bo gelê xwe dike helbest û digîne wan.

Deng û Reng- Seyrana Celad-01-31-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:04 0:00

XS
SM
MD
LG