Zimanê Kurdî salên dûr û dirêj e li Rojava anku herêmên Kurdî li Sûrîyê qedexe bû, lê belê piştî avabûna Rêvebirîya Xweser, fêrbûna bi zimanê Kurdî êdî bi serbestî tê kirin.
Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê de Mihemed Alo ku mamosteyê zimanê Kurdî ye li dor fêrbûna bi zimanê dayîkê ji Dengê Amerîka re axivî.
Wî got "Tevahîya gelê li herêmê ji qonaxa seretayî ta zanîngehê bi zimanê dayîkê dixwînin, li kêleka wê zimanên din yên bîyanî jî fêr dibin, ne tenê Kurd lê belê gelê Suryan jî"
Alo dibêje ku ziman hêmaneke sereke ya kesayetîya mirov e û roleke wê ya sereke di parastina nasnameya neteweyî de heye.
Ew vê bîra xwe wiha şîrove dike: "Bê ziman hebûn û nasnameya neteweyî nayê pejrandin, loma em dibêjin ku ziman, çand û nasname stûnên sereke yên avakirina hebûna civakê ne".
Herwiha Alo tekez dike ku ji ber vê girîngya zimanê dayîkê, Tirkîye zimanê Kurdî li Efrînê û herêmên din yên di bin kontrola wê de qedexe dike.
Ew armancan wiha dîyar dike "Li Efrîn, Serêkanîyê, Girspî, Bab û Cerablusê, xwendingehên bi zimanê Tirkî tên vekirin, zimanê Erebî lawaz dike û yê Kurdî qedexe dike, bi vê yekê dixwaze desthilatdarîya xwe bisepîne, ku nasnameya gelên din nemîne û bêje ev herêm Tirkî ne".
Li hember van fişaran komîteya perwerdeyê li Şehba li ser fêrkirina zimanê Kurdî bi rijd e, ku Efrînî li derbiderbûnê bi derfetên qels fêrbûna zimanê Kurdî didomînin.
Mihemed Alo rewş wiha parve kir "Astengî gelek, ji cihê xwendinê de bigre ku xanîyekî rûxandî yan jî konek e, herwiha pirtûk peyda nabin çimkî çapxane tune ye, ku herêm dorpêçkirî ye nikanî bi hêsanî derbaz bikî, bi ser de jî hîn top tên".
herwiha Alo got "Tevî van hemû zor û zehmetîyan lê komîteya perwerdeya civaka demokratîk bi îsrar e, ku pêvajoya perwerdeyê bi zimanê Kurdî bidomîne".
Hêjayî gotinê ye ku rêxitina UNESCO di sala 1999’an de roja 21'ê Sibatê weke roja cîhanî ya zimanê dayîkê dest nîşan kiribû, daku balê bikşîne ser girîngîya pirrengîya zimanî û girîngîya fêrkirina zarokan bi zimanê dayîka wan.