Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Zika li Florida Belav Dibe, Scott Alîkarîya Washigntonê Dixwaze


Karbidestên eyaleta Florida ji hikûmeta federalî dixwazin ku di şerê dijî belavbûna vîrusa Zika de alîkarîya wan bike, piştî ku 10 bûyerên din yên vê nexweşîyê li başûrê Florida hatine dîtin.

Walîyê Florida Rick Scott ew biryar da, piştî ku Navenda Kontrolkirin û Pêşgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (U.S. Centers for Disease Control) Duşemê hişyarî da ku jinên ducanî neçin wê herêma ku nexweşîyên nû ya Zika lê hatine dîtin.

Scott da zanîn ku di vê demê de ku ew çaverê alîkarîya hikûmetê federalî ne, ew hewlên xwe yên dijî Zika didomînin. Wî got, sedema hemî bûyerên Zika, ku ba wan tomarkirî ye, kelmêş (peşî) in û ji 14 kesên tûşî nexweşî bûne 12 mêr, 2 jî jin in.

Hember daxwaza Florida, Qesra Sipî ragihandibû ku ewê daxwaza Scott bi cîh bîne.

XS
SM
MD
LG