Moskowê îro Çarşemê qebûl kir ku Tirkîye li ser keştîyeke Rûsî ya li Derya Reş kontrolan dike, ya ku Ukrayna dibêje genimê Ukrayna ya dizî bar kiriye.
Berdevikê wezareta Derve ya Rûsya, Alexey Zaitsev îro di preskonferanseke de ragihand ku keştîya Zhibek Zholy niha li ser rêya bendera Karasu ye û ji kontrolkirinên asayî derbaz dibe.
Alexey Zaitsev bi berdewamî dîyar kir ku karbidestên Tirkîyê wê ser destûra ketina benderê an jî redkirina ketina benderê biryarê bidin.
Zaitsev got ku ser desteserkirin yan destdayîna keştîyê wan bi karbidestên Tirkîyê re di axaftin nehatiyê kirin.