Mewsima zeytê li Efrînê ku komên çekdar dest danîne ser piraniya wê, ji Tirkîyê re tê şandin.
Çavkanîyekî ji hundirê herêmê ji Dengê Amerîka re ragihand ku rûna zeytûnan li çend navendan li Efrînê û Cindirêsê tê civandin, piştre bi qamyonan derbazî Tirkîyê tê kirin.
Aborîzan Çeleng Omer dor mewsima zeytûnan ya îsal agahîyên balkêş dide.
“Ev sala sisêyan ku mewsim tê dizîn, divê berhema zeytê îsal 55 hezar ton bûya, lê jiber zarara giheştiye zevîyan tenê 35 hezar ton bû. Komên çekdar dest danîne ser nêzî 65 mîlyon dolar ji nirxê mewsima îsal, ev bi rêyên cuda weke dizîn, bac û sepandina nirxeke firotina zeytê ya erzan, hate kirin”.
Berî çend rojan dîmenên navendeke komkirina zeytê li ser torên civakî hatibûn belavkirin, ku tê de bi deh hezaran tenekeyên zeytê hatibûn rêz kirin.
Dor van dîmenan, çavkanîyekî ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê wî were eşkere kirin, agahî da Dengê Amerîka.
“Ew navend guvaştgeheke zeytûnan li nêzîk bajarokê Cindirêsê ye û xwedîyê wê welatîyekî Efrînî yê bi navê Abdîn Erebo ye.”
Wî jêderî dîyar kir ku koma çekdar ya bi navê “Ahrar El-Şerqiye” dest daniye ser wê guvaştgehê û jibo xwe bi kar tîne.
Omer, ku bi xwe ji Efrînê ye, bal kişand ku destdanîna ser mewsimê ji alîyê komên çekdar ve, di bin çavdêrîya artêşa Tirk de tê kirin.
“Sazîya Koperatîfên Çandinê yên dewleta Tirkî hemû karên girêdayî mewsimê bi rêve dibe. Ew koperatîf girêdayî hikûmeta Tirkî ye, loma ew berpirsa van kiryaran tê dîtin. Îro bi sextekarî zeyta Efrînê weke berhemeke Tirkî li bazarên Ewrupî û Amerîkî tê firotin.”
Omer îdia dike ku bi dahata zeyta Efrînê komên çekdar tên fînanse kirin û ji Lîbya û Azerbaycanê re tên şandin.
Bi alîyekî din ve parlamanterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî ser hesabê xwe yê Twitter’ê dîmenên veguhestina zeyta ku ji Efrînê hatiye kom kirin, weşand.
Çalakvanan dîyar kir ku jimareya qamyonên ku di wan dîmenan de dîyar dibin yên bajaerên Hatay û Entabê ne, herwiha logoya Koperatîvên Çandinê yên Tirkî li ser xuya ne.
Hêjayî gotinê ye ku 18 mîlyon darên zeytûnê li herêma Efrînê hene û ku berî destdanîna Tirkîyê ya ser herêmê çandinî jêdere sereke yê debara jîyana şênîyên Efrînê bû.
Herwiha li gor raportên rêxistinên hiqûqî pirtir ji 600 hezar dar ji alîyê çekdaran ve hatine hilkirin yan şewitandin.