Ajansa AP ji zarê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku artêşa Ukraynî hêzên Rûsî ji bajarê Kharkivê gav bi gav dûr dixin.
Serfermandarîya Ukraynî îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê leşkerên Rûsî ji çar gundên bakurê rojhilata Kharkivê derxistin û wan neçar dikin ku ber bi sînorê Rûsya ve vekişin.
Kanîna Ukrayna ya pêşîgirtin û sekinandina artêşa Rûsî ya hêzdartir ya bi çêkên baştir gelek pispor heyîrî hiştîye ku çaverê dikirin ku Rûsya di demeke kurt de bigiheje armanca xwe.