Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku piştî ku hêzên Rûsî ji bakur û navenda welêt vekişîne, rewş niha li başûrê rojhilat aloz dibe, jiber hêzên Rûsî bo êrîşên nû yên tun hazirîyê dikin.
“Pêdivîya me niha bi piştvanîya zêdetir ya ji hevkarên me heye, dema ku artêşa Rûsya li hin hereman hejmera hêzên xwe zêdetir dike ,” Zelenskyy got.
Zelenskyy di peyama xwe ya vîdyoyî ya duh şev Pêncşemê got ku bo tevahîya Ukraynîyan dîtina vekişîna hêzên Rûsî kêfxweşî ye, ji bakurê Kîev, ji derdora Chernihiv û ji Sumy ya li bakurê rojhilata Ukrayna.
Lê, wî ji Ukraynîyan xwest ku dev ji berxwedanê bernedin û destnîşan kir ku vekişîn tenê taktîkeke Rûsî ye.
Zelenskyy hevdem da zanîn wî roja Pêncşemê bi Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifîye.
Wî hevdem got ku şêwirmendê wî jî bi şêwirmendê ewlekarîya neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan re axifîye.