Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên li herêma Khersonê didomîne.
Zelenskyy da zanîn ku hêzên Rûs hefteya borî 258 caran bombe avêtine herêma Kherson ya li başûrê Ukrayna.
Hêzên Rûs di serê vê mehê de ji alîyê rojava yê Çemê Dnipro vekişîn, lê ji alîyê din yê çêm bombeyan difirîne ser gund û bajarokên Khersonê.
Zelenskyy da zanîn ku hêzên Rûs bi êrîşên xwe bi taybetî zararê didin binesazîyan.
Wî dîyar kir ku di êrîşên dawî de navendên belavkirina avê yên herêma Khersonê zarar dîtine.
Rûsya di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan pirtir dibe ser binesazîyên bajaran û bo jîyana sîvîlan dijwarîyan çêdike.
Kremlîn dibêje eger Ukrayna li gor daxwazên Rûsya tevbigere ewê dawî li dijwarîyên bo jîyana Ukraynîyan were.