Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Berendamtîya bo Yekîtîya Ewrupa Serketin E


Serokomarê Ukrayna Voldoymyr Zelenskyy dîyar kir berendamtîya bo Yekîtîya Ewrupa (YE) bo wan serketin e.

Zelenskyy da zanîn ku heta ew tam dibin endama YE û Rûsya jî têk dibin ewê raneweste û xebatên xwe bidomîne.

YE ya 27 endamên wê hene do Pêncşemê statuya berendamtîyê da Ukrayna.

Serokomarê Ukrayna Zelenskyy bi vîdoeyeke ji kanala xwe ya Instagramê da zanîn ku welatê wî bo vê statuyê 30 sal li benda biryarê maye.

Zelenskyy bi ken dîyar kir bidestxistina statuya berendamtîyê serketinek e.

''Em dikarin dijmin têk bibin, Ukrayna jinûve ava bikin û em dikarin bibin endama YE'' Zelenskyy got.

Welatên Ewrupî ji destpêka şer vir ve tevgerên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînîn û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînîn.

Ji welatûn YE'ê Macaristan dixwaze ku toleyên dijî Rûsya rawestin û rêkên dîyalog û danûstandinê vebin.

XS
SM
MD
LG