Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Wê Serdana Tirkîyê Bike


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy wê sibê Înê serdana Tirkîyê bike.

Zelenskyy ser vexwendina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê here Stenbolê.

Medyaya fermî ya Tirkîyê ragihand ku ew serdan ya xebatê ye.

Di serdanê de Erdogan û Zelenskyy û şandeyên wan dê rûbirû biaxifin.

Çaverê ye rewşa dawî ya şerê Rûsya û Ukrayna mijara serekî ya civînan be.

Dema Peymana Dexlûdan jî di 17’ê Tîrmehê de tije dibe ku li ber e rêberên her du dewletan ser peymanê jî danûstandinê bikin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG