Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê got ku Rûsya bi êrîşeke ser navenda leşkerî ya li Poltava ya li nav welêt pirtir ji 40 kes kuştine.
Zelenskyy dîyar kir ku di êrîşan de li gor agahîyên berdest 41 kes hatine kuştin û pirtir ji 180 kes jî birîdnar bûne.
Wî got ku du muşekên balîstîk li sazîyeke perwerdeyê û nexweşxaneyê ketine.
Wezareta Berevanî ya Ukrayna dîyar kir ku bi êrîşê beşeke avahîyekê xisar dîtiye.
Li gor wezaretê tîmên rizgarkirinê ji bin kavilan 11 kes derxistine û xebatên xwe didomînin.
Walîyên herêman dîyar dikin ku li Zaporizhzhia di êrîşên Rûsya de 2 kes hatine kuştin û ji kuştîyan 1 jî zarok e û li Dnipro jî 1 kes hatiye kuştin.
Walîyê herêma Zaporizhzia Ivan Fedorov got ku di êrîşan de 2 kes birîndar bûne û ji birîndaran 1 jî zarokeke 12 salî ye.
Jêder: AFP