Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Helwesta Dewletên Rojavayî yên Ser Hatina Leşkerên Koreya Bakurî Rexne Dike


 30 October 2024 - 15:53
30 October 2024 - 15:53

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy helwesta hevbendên xwe yên Rojavayî bi tundî şermezar kir ku hember şandina leşkerên Koreya Bakurî ji şerê li Ukrayna re bê deng in.

Zelenskyy got ku tunebûna bertekan wê bide sedem ku Serokê Rûsya Vladimir Putin pirtir gavên wiha bavêje.

Rêberê Ukraynî di hevpeyvîna bi televîzyona Koreya Başûrî KBS de got ku ew di wê bawerîyê de ye ku Moskow Koreya Bakur re razî kir ku yekîneyên endezyar û hejmareke mezin ya sivîlan bişîne ku li kargehên leşkerî yên Rûsî bixebitin.

"Putin berteka welatên Rojava kontrol dike û ez bawer dikim ku piştî van bertekan, Putin wê biryarên nû bide. Reaksîyonên ku heta îro derketine ne tiştek in."

Zelenskyy di 13ê Cotmehê de dest bi hişyarîyê kiribû ku Koreya Bakur li kelêka Rûsya tev li şerê dijî Ukrayna dibe. Tevî ku hevbendên Rojavayî gotibû ku pêngaveke wiha wê gurkirina girjîyê be, wan heta niha ti helwesteke pêşîgir nîşan nedaye.

Lê, Koreya Başûr alîkarîya îstixbaratî û hevkarîyeke berfireh dide Ukrayna û Seul hizir dike ku tîmeke çavdêrên leşkerî bişîne we welatî.

Rûsyayê tevlêbûna leşkerên Koreya Bakurî ya di şer de red nake, tevî ku Koreya Bakur di destpêkê de digot tiştekî wargi tuneye. Lê, Pyongyang niha dibêje ku şandina leşkeran di çarçoveya qanûnên navnetewî de rewa ye.

Cîgirê Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî, Robert Wood roja Pêncşemê ji Civata Ewlekarî re gotibû ku wan agahî wergirtine ku niha 8 hezar leşkerên Koreya Bakurî li herêma Kurskê ya başûrê Rûsya ne ku hevsînora Ukrayna ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG