Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê li Brukselê bi Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte û bi rêberên Ewrupî re kom dibe.
Zelenskyy bi danûstandinan de hewil dide berevanîya Ukrayna ya li hember Rûsya xurt bike.
‘’Seba em şiyanên Rûsya yên kêrî wê tên ku ew ji dûr ve şer bimeşîne pûç bikin, çi ji dest me tê divê em bikin.’’
Wî dîyar kir ku jibo pûçkirina şiyanên Rûsya pêdivîya Ukrayna bi dronan, topên modern û muşekên dûravêj heye.
Wî doh Sêşemê dîyar kiribû ku divê alîkarîyên leşkerî yên jibo Kîevê werin zêde kirin û berevanîya Ukrayna were xurt kirin.
Danûstandinên Zelenskyy di vê demê de çêdibin ku mehek maye Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump dest bi kar bike.
Hîn ne dîyar e ewê rêvebirîya nû ya Amerîka di kîjan astê de alîkarî bide Ukrayna.
Çaverê ye Zelenskyy bi serokwezîrên Almanya, Polonya, Îtalya, Danîmarka û Serokê Konseya Ewrupa Antonio Costa û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen re bicive.
Berî hevdîtinan, Rûsya bi şev êrîşên esmanî yên nû birin ser Rûsya.
Walîyê herêma Cherkasy Ihor Taburets îro Çarşemê ji Telegramê ragihand ku berevanîya esmên ya Ukrayna 13 dron xistine xwarê.
Taburets dîyar kir ku di êrîşê de binesazîya herêmê ti zarar nedîtîye.
Walîyê Khmelnytskyi Serhii Tiurin jî îro Çarşemê got ku hêzên Ukraynî du dron pûç kirine.
Wezareta Brevanî ya Rûsya jî îro Çarşemê dîyar kir ku li Belgorodê 2 û li Bryanskê jî 1 dronên Ukrayna hatine xistin.
Jêder: AFP, Reuters, VOA