Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Pirtir ji 3000 Kuştî û Birîndarên Koreya Bakurî Hene


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê got ku li herêma Kursk ya Rûsya pirtir ji 3000 leşkerên Koreya Bakur hatine kuştin û birîndar kirin.

Zelenskyy, piştî ji şîretvanê xwe yê payabilind yê leşkerî Oleksandr Syrskyi rapor sitand ji X’ê hişyarî da ku Pyongyang jibo artêşa Moskow dikare pirtir leşker û kelûpelên leşkerî bişîne.

‘’Rîsk heye ku Koreya Bakur hinek yekîneyên nû û kelûpelên leşkerî ji artêşa Rûsî re bişîne. Emê bersîvên berbiçav bidin.’’

Wî bang li hevbendan kir ku jibo îstiqrara cîhanê zextê li ser wan dewletan çêkin.

Seulê îro Duşemê dabû zanîn ku bi kêmî ve 1100 leşkerên Koreya Bakur hatine kuştin yan birîndar kirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ew nikare bi awayekî serbixwe wan hejmaran piştrast bike.

Rûsya heta niha piştrast nekiriye ku li welêt leşkerên Koreya Bakur hene, lê wê ser wan gotinan negotiye derew e herwiha.

Pyongyang di serî de ser nûçeyên Koreya Bakur yên li Rûsya got ku derew e, lê piştre karbidestekî ji welatî dîyar kir ku ew dikarin bi rêkên qanûnî tiştekî wisa bikin.

Ukrayna û hevbendên wê dibêjin ku Koreya Bakur bi qasî 12,000 leşker şandine Rûsya.

Li gor raporên Kîev û hevbendên wê, piranîya wan leşkeran li Kursk ya Rûsya hatine bi cîh kirin ku piştî êrîşa dersînor ya Ukrayna beşeke wê herêmê di destê hêzên Rûsî de maye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG