Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Pêşnîyar Çîn û Brezîlya Hilweşîner E


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser hewildana aştîyê ya Çîn û Brezîlya ya jibo şerê li welêt got ku ‘’hilweşîner’’ e.

Zelenskyy dîyar kir ku jiber ku Çîn û Brezîlya nahêlin ku Kîev beşdarî li peyvajoya danûstandinan bike, ew nerazîbûna xwe radigihîne.

Çîn û Brezîlya meha Gulanê banga konferanseke aştîyê ya navnetewî kiribû û dîyar kiribû ku hem Rûsya û hem jî Ukrayna wê bi awayekî hevbeş beşdarî li konferansê bikin û ser hemî planan danûstandinan bikin.

Metropoles, ku medyaya Brezîlya ye, do Çarşemê hevpeyvîneke bi Zelenskyy re weşandibû ku ew tê de dibêje pêşnîyara Çîn û Brezîlya hilweşîner e û bi tenê daxuyanîyeke sîyasî ye.

‘’Hun bê ku ji me tiştekî bixwazin, çawa dikarin bêjin ‘ha li vir e hewila me?’. Ew hewildan rêzê li Ukrayna û yekîtîya axa wê nagire."

Putin meha Gulanê gotibû ku ew piştgirî dide pêşnîyarên aştîyê yên Çînê û vê mehê jî dîyar kiribû ku xêncî Çîn û Brezîlya, Hindistan jî dikare jibo danûstandinên bi Ukrayna re navbeynkarî bike.

Pekînê di demên pêşî yên şer de jibo aştîyê planeke bi 12 xalan pêşkeş kiribû, lê Ukrayna bi awayekî germ li wê planê nenêrîbû.

Amerîka ser planê gotibû ku Çîn xwe wek hêzeke aştîyê nîşan dide, lê ew agahîyên şaş yên Rûsya belav dike û dagirkerîya Moskowê jî şermezar nake.

Zelenskyy di pêşnîyarên xwe de dibêje divê hêzên Rûsî ji Ukrayna vekişin, herin sînorên 1991’an yên piştî Sovyetê û jibo kiryarên xwe jî hesab bidin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG