Ajansa nûçeyan ya Reutresê ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi rêka telefonê axifîne.
Reutersê ji zarê karbidestekî Brîtanî dîyar kir ku Johnson ji Zelenskky re gotiye ku ew bawer dike ku artêşa Ukrayna axa welêt ya ketiye destê hêzên Ukrayna bi şûnde bistîne.
Wî karbidestî dîyar kir ku Johnson daye zanîn ku kanîna Ukrayna heye ku ew di demeke nêz de kontrola temamê welêt jinûve bi dest xwe xe.
Johson ser kelûpelên leşkerî yên Brîtanya yên dawî jî Zelenskyy agahdar kir ku çaverê ye di rojên pêş de di destên hêzên Ukraynî keve.
Welatên Rojava di şerê Rûsya û Ukrayna de pişt Kîevê digirin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînîn.